MÛSIL
Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan ên Iraqê, ji bo xilaskirina herêma Şengalê ya ku ji aliyê DÎŞIyê ve hat dagirkirin, leşker sewqî herêmê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, gelek leşker şandin herêma Zûmarê ya ser Mûsilê. Bi hezaran pêşmerge digel tang, top, doçka û çekên giran sewqî herêma Zûmarê hatin kirin. Ji aliyê din ve bi balafirên artêşa Iraqê gelek pêşmerge birin Çiyayê Şengalê ku lê 10 hezar êzdiyên ji ber êrîşên DÎŞIyê revîbûn û xwe sipartibûnê. Ev rewş wekî ku pêşmerge ji bo lidarxistina operasyoneke mezin amadehiyan dikin hat nirxandin.
Pêşmergeyan 9 gundên li ser herêma Sînûn û Zûmarê yên girêdayî Mûsilê ji destê DÎŞIyê xilas kirin û tê gotin ku pêşmerge ji bo navçeya Şengalê ji destê DÎŞIyê xilas bikin amadehiyan dikin.
Fermandarê yekîneya taybet a pêşmergeyan a li Zûmarê Tûggeneral Reşît Rustem daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku serê sibê li dijî DÎŞIyê operasyon li dar xistin û di şer de bi ser ketin. Rustem got ku di encama operasyonan de 9 gund ji destê DÎŞIyê xilas kirin û di şer de gelek milîtanên DÎŞIyê jî mirin.
-10 pêşmerge mirin
Rustem diyar kir ku li gundê Kesarecê milîtanên DÎŞIyê êrîşa xwekujiyê li dar xistin û di êrîşê de 10 pêşmerge mirin û wiha dewam kir: "Ev êrîşên xwekujiyê bêhêzbûna DÎŞIyê dide ber çavan. Lê nikarin me bidin sekinandin. Me gelek leşker sewqî herêmên ku ji kontrola DÎŞIyê derketin, kir. Hêzên koalisyonê jî ji hewayê ve alîkariyê didin me. Ji niha û pê ve armanca me ew e ku em Şengalê ji destê DÎŞIyê rizgar bikin."