Burak Dağ
26 Mijdar 2024•Rojanekirin: 27 Mijdar 2024
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku kabîneya Îsraîlê agirbesta li Libnanê qebûl kiriye û agirbest wê sibê bi saeta herêmî di 10'00an da bikeve rewacê.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got ku wê peymana agirbestê ya bi Libnanê ra pêşkêşî pesendkirina kabîneya ewlehiyê bike.
Netanyahu di vîdeopeyama ku weşand da diyar kir, dema pêşnûmaya agirbestê ya pêşkêşî kabîneya ewlehiyê dike wê girêdayî geşedanên li qadê be.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu destnîşan kir heger Hizbullah peymanê binpê bike Îsraîlê li Libnanê bixe û wiha got, "Di bingeha biryara agirbestê da 3 sedemên sereke hene. Ev jî giraniya xwe bidin ser gefa ji ber Îranê, nûkirina hêzên Îsraîlê û îzolekirina Hemasê."
Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîl ji bo agirbesta li Libnanê gotûbej bike, bi saeta Tirkiyeyê di 17.00an da civiyabû.