Nihat Kavşut
18 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
TEHRAN
Mehdî Kerrûbiyê (80) serokê mixalif yê li Îranê 6 sal e di hepsa malê da ye û bi hinceta "heqê wî yê darizandinê tê astengkirin" pêr ketibû greva birçîbûnê dev ji grevê berda.
Mihemmed Taqî Kerrûbiyê kurê Kerrûbî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Li ser sozê hêzên ewlehiyê yên li mala Kerrûbî wê derkevin û dadgeha eşkere bê sazkirin Kerrûbî dev ji greva birçîbûnê berda."
Taqî Kerrûbî destnîşan kir ji ber dil bavê wî li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Mehdî Kerrûbî û Fatma Kerrûbiya xanima wî pêr bi hinceta "bila li ber gel dadgeheke eşkere bê sazkirin û hêzên ewlehiyê yên li malê derkevin" dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Mehdî Kerrûbiyê ji serokên tevgera reformîst îtirazî encamên hilbijartina serokomariyê ya di 12ê hezîrana 2009an da kiribû. Bi hinceta piştgirî daye bûyerên piştî hilbijartinê cezayê hepsa malê dabûn Kerrûbî.