Fatih Gazioğlu
18 Tebax 2017•Rojanekirin: 19 Tebax 2017
BEXDA
Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Îbrahîm Ceferî der barê "referanduma serxwebûnê" da got ku ev biryar wê li herêmê û hemû dinyayê deng bide.
Ceferî li Bexdayê ligel Roj Nûrî Şaweysê Serokê Lijneya Referanduma Bilind a Herêma Kurdistana Iraqê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Ceferî di civînê de got ku ev referandum wê li herêm û dinyayê deng bide û wiha axivî: "Lê bila welatên dinyayê bizanin ku em pirsgirêkan mezin nakin."
Ceferî got ku ji bo çareserkirina problemên di navbera hikûmeta Bexda û HKIyê da 'diyalag' şert e û wiha got:
"Qanûna me ya bingehîne xîtabî hemû aliyên Iraqê dike. Di meseleya referandumê de heke li dijî Destûra Bingehîn tiştek çênebe, îtîrazeke me tuneye."
Serokê Lijneya Referanduma Bilind a HKIyê Roj Nûrî Şaweys jî diyar kir ku ew dixwazin bi hemû aliyan re her dem bi diyalogê pirsgirikên xwe çareser bikin. Şaweys wiha axivî:
"Serxwebûn mafekî meşru ye û bi temînata navneteweyî dane hemû gelên dinyayê. Gelê kurd jî xwedî vî mafî ye û ew dikarin di çarçoveya qanûnên navneteweyî da serî li rêyên demokratîk bidin. Niha diyaloga me dewam dike û gelek rêyên çareserkirinê jî hene."
Serokê HKIyê Mesûd Barzanî di 7ê hezîranê da bi nûnerên partiyên siyasî ra civîn kiribû û daxuyandibû ku wê di 25ê îlonê da "referanduma serxwebûnê" bikin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî jî piştî daxuyaniya Barzanî daxuyaniyek dabû û gotibû ev referandum li dijî destûra bingehîn e.