Nihat Kavşut
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Komîteya Tehsîsatan a Meclisa Nûneran ya DYAyê budçeya malî ya 2018an a Wezareta Parastinê ku bi destê hikûmetê wek 639 milyar dolar hatibû daxwazkirin derxist 658 milyar dolarî û şand ber destên Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran.
Rodney Frelinghuysenê Serokê Komîteyê der barê mijarê da daxuyanî da û destnîşan kir dixwazin artêşa Amerîkayê kêmasî û daxwazên xwe yên ji bo çek û cebilxaneyan temam bike û wiha got: "Niha divê em artêşa xwe ji nû va ava bikin û welatê xwe biparêzin."
Pêşnûma piştî ji Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran derbas bû tevî qanûna budçeyê ya Senato amade dike divê bi destê Senatoyê bê qebûlkirin.