Fatih Gazioğlu
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
LAHEY
Li Hollandayê "Rapora Cudaxwaziya li dijî Misilmanan" şandin Meclisa Nûneran.
Rapor bi destê Lodewîjk Asscherê Wezîrê Xebat û Karên Civakî hat amadekirin. Li gor vê raporê ji zarokên emrê wan di navbera 12 û 13 salî de kur ji sedî 30, keç jî ji sedî 15 der barê misilmanan da baş nafikirin.
Di raporê de hat ragihandin ku sedema vê ya herî mezin nûçeyên ku li ser medyayê tên weşandin in, ev nûçe li ser zarokan bandorê dikin.
Wezîr Asscher der barê raporê da daxuyaniyek da û got ku ev encam wan gelekî 'ditirsîne.'
Asscher wiha got: "Lazim e cudaxwaziya li dijî misilmanan normal neyê dîtin. Ji ber vê îxtiyaca me bi diyalogê heye."