04 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
KILÎS
Li Elbeyliya navçeya Kilîsê 6 guleyên hawanê yên ji aliyê Sûriyê va hatin avêtin, ketin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, guleyên hawanê yên di şerê Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) û DAEŞa rêxistina terorê da tên bikaranîn û ji Ayeşeya gundê ser Azezê va hatin avêtin jê 2 gule li goristana navçeyê û 4 gule jî li ereziyê nêzî goristanê ketin.
Hat eşkerekirin ku hêzên ewlehiyê, li gor rêgezên angajmanê, mewziyên DAEŞê yên li herêma ku jê gule hatin avêtin texrîb kir.