İbrahim Atmaca
18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
EL XELÎL
Hat ragihandin ku leşkerên Îsrailê li başûrê Şerîaya Rojava bajarê El-Xelîlê filistîniyek kuşt.
Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îsrailê hat dayîn, li bajarê El-Xelîlê filistîniyekî hewl da ku êrişî baregeha kontrolê bike. Li gor daxuyaniyê leşkerên Îsrailê gule berda filistînî û ew kuşt, hat gotin ku di bûyerê da yek jê jin 2 leşker jî sivik birîndar bûn.
Miqamên Filistînê hê der heqê bûyerê da heta niha tu daxuyanî neda. Çavkaniyên herêmî ragihandin, filistîniyê ku hat kuştin Rafet Nazmî Hîrbaviyê 30 salî ye.
Li gor îstatîstîkên fermî di bûyerên ku di navbera hêzên Îsrailê û filistîniyan da ji 2015an û heta niha dewam dikin da li Şerîaya Rojava, Qudsa Rojhilat û Xezzeyê 2 welatiyên Urdunê û 269 filistînî mirin.
Ji aliyê Îsrailê jî 47 leşker û polês mirin.