RAMALLAH
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li Ramallaha Şerîaya Rojavayê filistîniyek kuştin.
Li gor agahiyên şahidan, li herêma Kefer Malika Şerîaya Rojavayê di navbera xortên filistînî û leşkerên Îsraîlê de rageşî derket û leşkerên Îsraîlê gule û xazê avêtin xortên filistînî. Hat destnîşankirin ku di bûyerê de filistîniyek hat kuştin.
Hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê bi wesaîtê ji ser filistîniyekî derbas bûn û rewaş wî giran e.
Îsraîl li Şerîaya Rojavayê û Qudsê bi hincetên cuda davêjin ser malên filistîniyan û binçav dikin.