HAKKARİ
Li Yuksekovaya navçeya Hakkariyê lewheya kurdî ya ku ji bo şaredariyê hatibû amadekirin li ser deriyê şaredariyê hat bicihkirin.
Şaredarê Yuksekovayê Ercan Bora der heqê lewheya ku bi kurdî li ser "ŞAREDARI" dinivîse de agahî da û diyar kir ku li şaredariyê ji bilî nivîsên fermî axaftina wan a rojane hemû bi kurdî ye.
Bora destnîşan kir ku ji bo demokratîkbûn û pêşveçûna Tirkiyeyê pirzimanî dê gelek bi kêr bê û wiha dewam kir: "Pirzimanî tu derekî ji hev naqetîne. Em wisa bawer dikin ku ewê zêdetir bigihîjîne hev."