MOSKOVA
Konseya Federasyona mezin a Parlementoya Rûsyayê, destûr da artêşa Rûsyayê ku li sînorê Komara Kirima xweser ya ku girêdayî Ukraynayê ye wezîfe bike.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo ku artêşa Rûsyayê li derûdora sînorê Komara Xweser a Kirimê ya ku girêdayî Ukraynayê ye bi cih bike, ji Konseya Federasyonê ku di ser Parlementoyê de ye destûrê xwestibû.
Navenda Çapemeniyê ya Kremlînê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Pûtîn ji Konseya Federasyonê re nivîs şand.
Hat diyarkirin ku Pûtîn di nivîsa xwe de got ku li Ukraynayê rewşa awarte heye û rewşa welatî û hemnijadên Rûsyayê jî di nav xetereyê de ye, li artêşa Rûsyayê gef tê xwarin û ji ber van sedeman jî ji Konseya Federasyonê ji bo ku bikaribe leşkerên Rûsyayê li ser sînorê Kirimê bi cih bike destûrê xwest.
Pûtîn di nivîsa xwe de wiha dibêje: "Li Ukraynayê heta ku aramî çêbibe ez vê pêşniyazê li we dikim."
Di nav rojê de rayedarên parlementoyê jî ji bo rewşa Ukraynayê diyar kirin ku divê tevdîrên berfireh bên girtin.
Bi daxwaza Pûtîn ve Konseya Federasyonê jî destûr da artêşa Rûsyayê ku li sînorê Komara Kirima xweser ya ku girêdayî Ukraynayê ye bikaribe wezîfe bike.