Türkan Tosun
15 Mijdar 2020•Rojanekirin: 16 Mijdar 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji milyonek û 975 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 13 hezar û 940 zêde bû û derkete milyonek û 975 hezar û 39an.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 235 zêde bû û derkete 47hezar û 141î.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 20 hezar û 206 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 442 kes, li Fasê 4 hezar û 697 kes mirin.
Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 749 hezar û 182 kes, li Fasê bû 288 hezar û 211 kes, li Misrê bû 110 hezar û 574 kes.
Li Afrîkayê milyonek û 660 hezar û 128 pêketî jî pak bûn.