Önder Beyter
15 Mijdar 2020•Rojanekirin: 15 Mijdar 2020
Îstixbarata Ermenistanê îdia kir ku hewla sûîqesda dijî Serokwezîr Nîkol Paşînyan hat astengkirin.
Di daxuyaniya Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê da hat destnîşankirin ku li herêma Syuniksê di lêgerîna mala kesekî dijberê desthelatê da gelek çek, muhîmat û teqemeniyên ku ji herêma şer a li Qerebaxa Çiyayî hatine anîn, hatin dîtin.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku vî kesî û hin siyasetmedarên ji Ermenistan û qaşo Qerebaxa Çiyayî li hev kirin ku bi van çekan va Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bikujin û dû ra jî dest daynin ser desthelatê û wiha hat gotin, "Ev sûcên cidî yên amadekirî ji hêla Servîsa Ewlekariya Neteweyî hatin tesbîtkirin û astengkirin."
- Serokê berê yê îstixbaratê hat binçavkirin
Her wiha hat destnîşankirin, bi îdiaya ku rasterast peywendiya wan bi bûyerê ra heye, rêveber û endamên hin partiyên mixalif û her wiha fermandarê yekîneyeke xwebexş hatin binçavkirin.
Ji aliyekî din va serokê berê yê îstixbarata Ermenistanê û Serokê Partiya Welat Artur Vanetsyan jî bi sûcdarkirina sûîqesda dijî Paşînyan û xesbkirina desthelatê hat binçavkirin.
Li Ermenistanê gel ji ber ku Paşînyan têkçûna li hemberî Azerbeycanê qebûl kir, dest bi xwepêşandanên protestoyê kiribûn.