13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
BERLÎN
Hat ragihandin ku li Lîngena bajarê eyaleta Saksonya Jêrîn a Almanyayê, kesek bi tifingê gule berda û 2 penaber birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya polêsên Bentheîmê kesekî 21 salî li ber wargeha penaberan bi tifingê gule berî kesên li wir da.
Di bûyerê da zarokekî qîz a 5 salî ya ji Makedonyayê û ciwanek 18 salî yê ji Sûriyeyê ji çîmên xwe birîndar bûn. Birîndar li nexweşxanê hatin dermankirin. Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku derbarê bersûc da lêpirsîn hat destpêkirin.
Berdevkê Dozgeriya Osnabruckê Alexander Retemeyer got ku navbera mala bersûc û wargeha penaberan 40 metre ye, di mala bersûc da lêgerîn hat kirin û tifingek tevî muhîmatê hatin tespîtkirin.
Retemeyer destnîşan kir ku sabiqeya êrîşkar heye û rastparêzekî radîkal e.