13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
QAHÎRE
Li Misirê biryara Dadgeha Cezayê ya Qahîreyê ya ku Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) dike lîsteya terorê, di rojnameya fermî da hat weşandin.
Rojnameya fermî ya Misirê biryara Dadgeha Cezayê ya Qahîreyê ya ku di 14ê nîsanê da tevî Îxwanê 215 kesan ji bo 3 salan dike lîsteya terorê belav kir.
Serokê heyeta parastina Îxwanê Abdulmunim Abdulmaksud di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku seba betalkirina biryarê ewê serî li dadgeha jor bidin.
Hikûmeta Misirê ji berfanbara 2013an vir da Îxwanê wekî rêxistina terorê ya qedexe qebûl dike, lê Îxwan jî dijî vê derdikeve.
Li Misirê ji 3yê Tîrmeha 2013an roja ku Serokomar Muhammed Mûrsî ji wezîfeyê hat hildan û vir da rêveberiya Misirê, Îxwanê û endamên wê bi "şidet û provokasyona terorê" va tawanbar dike. Îxwan jî dibêje ku wan li dijî derbeya leşkerî çalakî pêk anîn û herwisa hêzên ewlekariyê bi kuştina çalakvanan îtham dike.