19 Mijdar 2016•Rojanekirin: 20 Mijdar 2016
BERLÎN
Li Munîha Almanyayê ji ber ku gelê herêmê ji qerebalixa penaberan aciz in dîwarekî ku dişibe "Dîwarê Berlinê" tê avakirin.
Li gor agahiyên ku di çapemeniya neteweyî da derketin li Neuperlach Suda navçeya Munîhê ku 55 hezar kes dijîn, 25 mêtro dûrî ciyê penaberan dîwarekî 4 mêtro bilind û 100 mêtro dirêj tê avakirin. Tê îdakirin ku ji ber qerebalixa penaberan dîwar tê avakirin.
Li kampa ku 160 kes hene bi gelemperî ciwan dijîn û xelkê herêmê daxwazname dabûn ku di navbera tax û kampê da dîwar were avakirin.
27 sal piştî hilşandina Dîwarê Berlînê careke din dîsa li Almanyayê danîna dîwarekî wiha bertek jî bi xwe ra anîn.
Guido Bucholtzê alîkarê serokê navçeya Neuperlach Sudê got ku wek rêveberiya navçeyê biryara hikûmeta eyaleta Bucholtzê baş nabînin û wiha axivî: "Çaxê ku min dîwar dît ez tirsiyam. Ya rastî ev tiştekî bêmene ye. Bilindahiya dîwêr zehf e.
Hat ragihandin çêkirina dîwarê ku li welatê din jî bertekê nîşan didinê hindik maye temam bibe.
Tê gotin ku bilindahiya vî dîwarê ku tê çêkirin 40 santêmî ji Dîwarê Berlînê yê ku di sala 1961î da hatibû çêkirin û di sala 1989an da hatibû hilşandin zêdetir e.