NEW YORK
Çalakvanên ku li nêzî Qada Tîmesê kom bûn, dirûşmeyên li dijî Esed bi lêv kirin. Çalkvanên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk dihat, di dirûşmeyên xwe yên li dijî qirkirin û bikaranîna çekên kîmyewî de diyar kir ku bi hezaran mirov hatine kuştin.
Çalakvan, pankartên ku qala êrîşa kîmyewî ya li Şamê nîşan dide girtibûn destê xwe. Wêneyên Beşşar Esed jî li kuçe û kolanan belav kirin û bi pêyên xwe di ser re derbas bûn.
Polêsên New Yorkê jî di çalakiyan de tevdîren ewlehiyê girtin.