MOSKOVA
Hat ragihandin ku Rûsyayê ji bo welatiyên xwe yên ku dixwastin ji Sûriyê derkevin balafir şand.
Berdevka Wezareta Rewşa Acîl ya Rûsyayê Îrîna Rossîusê ji ajansa Îtar-Tassê ya Rusyayê re daxuyaniyek da û got: "Îro serê sibehê balafireke ÎL-76 şandine Lazkiyeya Sûriyê. Balafir welatiyên Rusyayê yên li wir dê tehliye bike."
Hat îfadekirin ku di balafirê de ji bo rêwiyan bijîşkên pispor jî hene.
Rûsyayê Meha çûyî jî 100 welatiyên xwe ji Sûriyeyê tehliye kiribûn.