Li Amerîkayê hê niqaşên bûyera Fergusonê neqediyan, bûyereke nû çêbû.
Ji ber ku di destê Tamîr Rîce (12) de demançeya pêlîstok hebû û polês wisa zen kir ku demançe rastîne. Polês bangî Rîce kir ku demançeya xwe biavêje. Lê dema ku Rîce dest avête demançeya xwe ku derxe polês du gule berda wî û zarokê reşik kuşt.
Berdevkê Polês Ed Tomba got ku ji wan re telefonek hatiye kirin û hatiye gotin ku zarokek di destê wî de demançeyek li parkê ye û ew ditirsin ku zarok tiştekî li hinekan bike. Tomba wiha axivî:
"Li ser vê me polês şandin parkê. Polêsekî me bangî Rîce kiriye ku demançeya xwe biavêje. Lê dema ku Rîce dest avêtiye demançeya xwe ku derxe, polês du gule berdaye li ser wî û zarok kuştiye. Piştî jêpirsînê wê bê fêmkirin ku polês çima gule berdaye zarok."
Hat ragihandin ku polês ji wezîfeya xwe hat jidûrxistin.
Parêzerê Rîce Tîmothy Kucharskî ji rojnamevanan re got ku ew ê hewl bidin ku bûyerê fêm bikin ka çawa û çima çêbûye.