Türkan Tosun
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
ANKARA
Rêxistina Doxtorên Sînornenas (MSF) daxuyand wisa tê texmînkirin li Myanmarê di navbera 25ê tebaxê û 24ê îlonê de herî kêm 9 hezar û 400 misilmanên ji Arakanê mirin.
MSFyê der barê bûyerên tundiyê yên ku ji 25ê tebaxê vir va li Arakanê qewimîne de raporeke bi navê "Li Dû Tu Kes Nema" (No One Was Left)" weşand.
Li gor raporê wisa tê texmînkirin ku li Myanmarê di navbera 25ê tebaxê û 24ê îlonê de herî kêm 9 hezar û 400 misilmanên ji Arakanê mirin, ji van 6 hezar û 700 kes rasterast rastî tundiyê hatine.
Misilmanên ji Arakanê yên ku xwe spartine Bangladeşê ji xebatkarên MSFyê re behsa serpêhatiyên xwe, zilm û zordariya li hember wan kirin.
Li hember misilmanan sûcên wek avêtina li ser malan, rasterast gulebarandin, kuştina malbat û eqrebayan, li ser rê hiştina cesedan û tundiya cinsî hatine kirin.
Xebatkarên MSFyê yên li qadê dixebitin gotin dema şopa birînên penaberên li Bangladeşê tê nêrîn wê bê dîtin ku budîstên fanatîk û hêzên ewlehiya Myanmarê tundiyeke mezin li hember penaberan kirine.
Di raporê de der barê bûyerên ku ji 25ê tebaxê vir ve hatine kirin de wiha hat gotin: "Ev zilm bû sedem ku gelek misilmanên ji Arakanê bimrin û yên sax mane jî ji cih û warên xwe bibin."
- Li dijî mislimanên ji Arakanê paqijiya neteweyî
Tê texmînkirin ku di salên 1970yan da li Arakanê kêmzêde 2 milyon misliman dijiyan, lê piştî êrîşên sîstematîk ên rêvebiriya Myanmarê û koça mezin hejmar dakete binê 300 hezarî.
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî ji 25ê tebaxê vir da hejmara mislimanên ji Arakanê yên ku ji ber zilm û qetlîamên li Myanmarê direvin û derbasî Banladeşê dibin gihîşte 700 hezarî. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi dîmenên peykê va nîşan dan ku bi sedan gund hatine şewitandin.