Önder Beyter
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
MELBOURNE
Hat ragihandin ku li eyaleta Awistralyaya Başûr li nêzîkî bajarê Mount Gambierê balafireke piçûk li ser zeviyekê ket xwarê û di encamê da 3 kes mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Polêsê Awistralyaya Başûr (SAPOL) da hat ragihandin ku li nêzîkî Mount Gambierê li herêma Suttontownê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, balafirek ket xwarê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku balafira ket xwarê, tîpa wê Tobago ye û herwiha bi tenê motoreke wê heye. Hat ragihandin ku di bûyerê da 3 kes mirin, der heqê nasnameya kesên ku di bûyerê da mirin, agahî nehat dayîn.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku Buroya Ewlekariya Veguhastinê ya Awistralyayê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.
- Di nava mehekê da qezaya duyemîn
Li eyaleta Awistralyaya Başûr li nêzîkî bajarê Renmarkê di 30ê gulanê da balafirek ketibû xwarê.
Di qezayê da tevî pîlotê balafirê 3 kes miribûn.