Fatih Gazioğlu
24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
CÎDE
Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) planên li dijî axa pîroz yên terorê şermezar kirin.
Sekreterî Giştî yê RHÎ Yûsif el-Useymîn daxuyaniyeke nivîskî da. Useymîn operasyonên terorê yên ku li Mekke û Cîdeyê ev demeke tên kirin nirxandin û got ku kes nikara êrîşî axa pîroz bike û di van operasyonan de piştgirê rêveberiya Riyadê ne.
Beriya sê çar rojan Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistan Siûdî li Cîde û Mekkeyê operasyon biribû ser hin malan û di operasyonê 1 jin 5 terorîst binçav kiribûn.