19 Îlon 2016•Rojanekirin: 19 Îlon 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê li herêmên Baragîtah û Sandarahê yên ku bakurê Sûriyeyê ne operasyoneke asîmanî kirin. 3 hedefên rêxistina terorê DAEŞê yên ku wek baregeh, sitargeh û enî dihatin bikaranîn, hatin îmhekirin.
Li gor agahiya çavkaniyên leşkerî duh di navbera saet 20.34-22.09an de li herêmên Baragîtah û Sandarahê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bi balafirên şer ve operasyonek kirin.
Li herêmê 3 hedefên DAEŞê yên ku wek baregeh, sitargeh û enî dihatin bikaranîn, hatin îmhekirin.
Balafirên şer biewlehî vegeriyan baregehên xwe.