Nihat Kavşut
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
SAO PAULO
Li girtîgeha li Goîasa eyaleta Brezilyayê di roja ewil ya 2018an da pevçûn derket û 9 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên rayedaran du komên dijber yên di girtîgeha Colonîa Agroîndustrîalê li hev xistin.
Hat diyarkirin di pevçûnê da 9 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan mehkûman agir berdan doşekan û şewata derket hat temirandin.
Hat diyarkirin di dema şewatê da 106 mehkûmî firar kir û ji wan 29 mehkûm hatin qefaltin û ji bona qefaltina 77 mehkûmên firarî operasyon hat kirin.
Sala par jî li girtîgeha Anîsîo Jobîma li herêma Amazonê di serhildanê 56 kes hatibûn kuştin.