Nihat Kavşut
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
BLÎDA
Televizyona dewletê ya Cezayirê ragihand ku di balafira neqliyeyê ya eskerî ya li Blîda li bakurê Cezayirê ket xwarê da 257 kes mirin.
Li gor nûçeya televizyona dewletê ya Cezayirê di qezaya balafirê da 257 kes mirin.
Hatibû ragihandin li nêzî Balafirgeha Boufarikê ya li wilayeta Blîdaya li bakurê Cezayirê balafireke neqliyeyê ya eskerî ku esker û sivîl tê da bûn ketiye xwarê.