Fatih Gazioğlu
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku di 10 rojên dawîn de 150 malbat vegeriyan Hewîceya Iraqê ya ku beriya 6 mehan ji DEAŞa rêxistina terorê hatibû xilaskirin.
Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê got: "Di 10 rojan dawîn de nêzî 150 malbat vegeriyan Hewîceyê. DEAŞa rêxistina terorê zirareke mezin dabû binesaziya navçeyê. Ji bo gel vegere me hemû îmkan seferber kirin. Me ji bo navçeyê nêzî 292 projeyên veberhênanê amade kirin. Niha em xizmeta ceyran, av û telefonê jî didin gelên xwe."
- "Hewcedariya me bi arîkariya rêxistinên navneteweyî heye"
Seîd got ku ji bo pêşveçûn û îmara herêmê pêwîstiya wan bi arîkariya rêxistinên navneteweyî heye û wiha dewam kir: "Ji bo pêşveçûn û îmarkirina navçeya Hewîceyê û bajaroka Ebasî û Reşadînê hewcedariya me bi arîkariya rêxistinên navneteweyî heye. Têkoşîna hikûmetê ya li dijî rêxistina terorê hê jî dewam dike. Ciwanên li herêmê divê bibin xwedî kar. Em niha ji bo sektora çandiniyê arîkariyê didin."
Hêzên Iraqê di 5ê cotmeha sala 2017an de navçeya Hawîceyê û 4 bajerokên li ser Kerkûkê ji DEAŞa rêxistina terorê rizgar kiribûn.