Nihat Kavşut
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
BLÎDA
Hat ragihandin li nêzî Balafirgeha Boufarikê ya li wilayeta Blîdaya li bakurê Cezayirê balafireke neqliyeyê ya eskerî ku esker û sivîl tê da bûn ket.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya herêmî da derketin balafir li ser rêya di navbera balafirgehên Blîda û Boufarikê da ket.
Li gor agahiyan di balafirê da gelek esker û sivîl hebûn.
Hat diyarkirin yekeyên rayedar şandine ciyê qezayê.
Televizyona dewletê ya Cezayirê ragihand di balafira neqliyeyê ya eskerî ya ket xwarê da 257 kes mirin.