Önder Beyter
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
CHICAGO
Polîtîkayên Serokê Amerîkayê Donald Trump û tundiya polêsan ku li seranserê welat dibe sedema kuştina gelek welatiyî, li Chicagoyê hatin protestokirin.
Qedera 200 kesî beşdarî çalakiya ku li Parka Qûleyên Avê ya li ser Kolana Michiganê dest pê kir, bûn.
Ferdên malbata ciwanê reşik Laquan McDonald ku bi 16 guleyên polêsê Chicagoyê yên ji 3 mêtro mesafe va hatibû kuştin û herwiha gelek xizmên qurbaniyên guleyên polêsan beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandêr heya ber Trump Towarê meşiyan.
Xwepêşandêran dovîzên wekî "bes e ji terora polêsên nijadperet ra", "Polêsê Chicagoyê destê xwe jê bikişîne û xwendekarên min nekuje" û "Qesra Spî bira were girtin" vekirin û herwiha durişmên wekî "Jiyana reşikan jî girîng e", "Edalet tunebe aştî jî tuneye", "Ji Trump ra ji Ku Klux Klan ra ji Amerîkayeke nijadperest ra na" berz kirin.
Xwendekarên dijî belavkirina çekan û komên Misilman jî piştgirî dan çalakiyê.
Piştî axaftinên li ber Trump Towerê, xwepêşandan bêyî bûyer bi dawî bû.