VAN - CEMAL AŞAN
Xebatên hilweşandina avahiyên ku di 23ê cotmehê û 9ê mijdarê yên ku di erdheja Vanê de xisar ditîbûn dewam dike.
Pisporên Rewşa Acîl û Afatê ya Bajêr (AFAD) piştî erdhejê di navenda Wanê, navçeyên Ercîş û Edremîtê û gundên li ser van deran de ji bo tespîta xisaran xebatên berfireh kirin.
Pisporan li van deran li ser 147 hezar 622 avahiyan, 18 hezar 735 kargeh û 20 hezar 209 tewleyan xebat kir û biryar dan ku di 36 hezar 206 avahî û 9 hezar 602 tewleyan de xisara mezin heye.
Di xebatan de 18 hezar 181 avahiyan de xisareke mezin nehat dîtin lê 1500 kesî ji bo vê raporê îtiraz kir. Midûriyeta AFADê heta niha 13 hezar, welatiyan bi xwe jî 12 avahî xera kirin.
Midûrê Bajêr yê AFADê Cafer Giyîk nûçegihanê AAyê re diyar kir ku li navenda bajêr, navçe û gundan 25 hezar avahiyên ku xisareke mezin gihîştiye wan hatin xerakirin û wiha got:
"Ji ber ku em li benda biryara dadgehê man hê hin avahî nehatine xerakirin. Ev avahî ne acîl in û ji bo vê em avahiyên ku xisara wan mezin in hildiweşînin. Li gor giştînameya Serokwezîriyê avahiyên ku ruxsata wan tunene nayên temîrkirin û şaredarî ruxsatê nade van avahiyan ku bên temîrkirin. Ji ber vê aciziyê me ji walîtiyê destur xwest. Heke walîtî desturê bide heta 25ê cotmeha 2014an avahiyên ku nehatine temîrkirin dê wek avahiyên ku lê xisareke mezin heye bên qebûlkirin û dê bên hilweşandin."