Fatih Gazioğlu
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
PEKÎN
Li Çînê di febrîqaya meytapê de teqîn çêbû, di encamê de 7 kes mirin.
Li gor nûçêya ajansa Şînhuayê, li eyaleta Cîangşiyê di navçeya Şangliyê di febrîqeyeke ku lê meytap tên çêkirin de teqîn çêbû.
Di encama teqînê de 7 kes mirin. Di febrîqeya de xisareke mezin jî pêk hat.
Der barê teqînê de lêpirsîn dan destpêkirin.