Ferizat Kaya
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
PEKÎN
Li Şantou ya bajarê ser Guangdong a eyaleta Çînê agir bi avahiyekê ket û 6 kes mirin. Tê gotin ku avahî bi qestî hatiye şewitandin.
Li gor nûçeya di Global Tîmesa ku yek ji saziyên weşana fermî ya Partiya Komunîst a Çînê hat gotin ku li bajarê Şantouyê di avahiyeke şewitî da cesedê 6 kesan hat dîtin.
Tîmên agirkujiyê yên ku gihîştibûn cihê bûyerê agir temirandin.
Di encama ewil a lêkolînkirina bûyerê da derket holê ku ew kesên di avahiyê da mirine mehsûr mane û li ser cesedê wan jî birîn hebûne.
Der heqê nasnameya kesên mirine da tu agahî nehat dayîn.