Haydar Şahin
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
WASHINGTON
Di Pirtûkxaneya Georgetownê ya li Washingtona paytextê Amerîkayê da gelek mar derketin û holê li ser vê avahî hildan karantînayê.
Li gor xeberên di medyaya Amerîkayê da hatin weşandin, şemiya borî xebatkarekî pirtûkxaneyê li qatê binî yê avahiyê marek dît.
Wezîfedar mar girt û ji pirtûkxaneyê derxist û berî daristanê da lêbelê paşê xebatkarên din jî gotin ku di hundir da gelek mar dîtine.
- Mar winda bûn
Marên ku hê nizanin ji ku derê hatine li pirtûkxaneyê bûn sedema tirsê, rêveberiya pirtûkxaneyê ji bo avahiyê ji maran paqij bike bi saziyekê ra peyman çêkir.
Saziya dermankirinê her aliyên avahiyê girt û ji bo 2 rojan pirtûkxane hilda karantînayê.
Hat ragihandin ku wezîfedarên saziyê duh deriyê pirtûkxaneyê wekirin û dîtin ku bi tenê marek hişk bûye, marên din jî ji holê winda bûne.
Rayedarên pirtûkxaneyê gotin ku berê tiştekî wiha qet nehatiye serê wan.
Rayedarên herêmê jî dibêjin di van rojên dawîn da şilî zehf zêde barî û dibe ku mar ji ber vê ketibûn xanî û dikanan.