Önder Beyter
08 Adar 2021•Rojanekirin: 09 Adar 2021
Li dinyayê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin ji 2 milyon û 600 hezarî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 2 milyon û 606 hezar û 136an.
Heta niha herî zêde kes li Amerîkayê mirin û hejmara wê jî 537 hezar û 838 e.
Li dû Amerîkayê bi 265 hezar û 500î va Brezilya, bi 190 hezar û 604an va Meksika, bi 157 hezar û 890î va Hindistan, bi 124 hezar û 501ê va Îngiltere, bi 99 hezar û 785an va Îtalya, bi 89 hezar û 473yan va Rusya, bi 88 hezar û 574an va Fransa, bi 72 hezar û 532yan va Almanya, bi 71 hezar û 138an va Îspanya, bi 60 hezar û 687an va Îran, bi 60 hezar û 503yan va Kolombiya û bi 52 hezar û 808an va Arjantin tên.
Li Tirkiyeyê jî ji îro pê va bi tevahî 29 hezar û 30 kes mirin.