İbrahim Atmaca
08 Adar 2021•Rojanekirin: 09 Adar 2021
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 99 zêde bû û derket 60 hezar û 786an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da 99 kes mirin, 8 hezar û 313 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ji van 725 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Lariyê daxuyand, jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 60 hezar û 786an, jimara pêketiyan jî derket milyonek û 698 hezar û 5an.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 804an giran e û heta niha milyonek û 449 hezar û 350 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 11 milyon û 338 hezar û 942 test hatine kirin.
Lariyê daxuyand, li welêt 11 bajar di kategoriya "sor", 32 bajar di katgoriya "turuncu", 251 bajêr di kategoriya "zer" û 154 bajêr jî di kategoriya "hêşîn" da ne.