Ahmet Aydın
07 Tebax 2020•Rojanekirin: 07 Tebax 2020
Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 1325 zêde bû û 161 hezar û 660î.
DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.
Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 55 hezar û 982 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt 4 milyon û 975 hezar û 279an.
Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 1325 zêde bû û gihişt 161 hezar û 660î.
Li wî welatî heta nuha hejmara testan 62 milyon û 402 hezar û hejmara rehetbûyan jî 2 milyon û 541 hezar derbas kir.
Bi dû DYAyê bi 2 milyon û 862 hezar û 761 pêketiyan Brezîlya, bi milyonek û 977 hezar û 972 pêketiyan Hîndistan tê.
Li Californiaya ya ku eyaleta herî zêde ji Kovîd-19ê bi bandor e heta nuha bi 532 hezar û 745 pêketî hatine tesbîtkirin.
Bi dû Californiayê de bi 502 hezar û 739 pêketiyan Florîda û bi 482 hezar û 101 pêketiyan Teksas tê.