Sevim Hatun
02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Li Oregona eyaleta DYAyê, êrîşa biçek birin ser dibistana bilind a Ûmpqûayê, di êrîşê de herî kêm 15 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên di çapemeniya DYAyê de hatin belavkirin, danê sibê êrîş birin ser dibistana ku hejmara xwendekarên wê nêzî 3 hezarî ye û di êrîşê de 15 kes mirin. Hê nehatiye diyarkirin ka yên ku di êrîşê de mirin hemû xwendekar in an na.
Hat ragihandin ku êrîşkar hatiye qefaltin.
Hat daxuyandin ku ji birîndaran hin kes li nexweşxaneya lê dihatin tedawîkirin, mirin.