24 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2016
KABUL
Li Nangarhara bajarê Efxanistanê di êrîşa hewayê de 16 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanay ji nûçegihanê AAyê re got li navçeyên Açîn û Haske Menayê hêzên efxan ji hewayê 3 êrîş birin li ser DAEŞê û di êrîşan de 16 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Hogyanay wiha axivî: "Li navçeya Açînê li herêmên Evdil û Bandarê du êrîşên hewayê hatin kirin. Di van êrîşan de 6 milîtanên DAEŞê hatin kuştin. Li navçeya Haske Menayê jî li herêma Gurguriyê êrîşek hat kirin û di vê êrîşê de jî 10 endamên DAEŞê hatin kuştin. Di van êrîşên hewayê de cebilxaneyek û 2 motorsiklet hatin îmhakirin."