İbrahim Atmaca
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
KABUL
Serokê Dewleta Efxanistanê yê berê Hamid Karzaî diyar kir, li welatê wî hebûna DEAŞa rêxistina terorî projeya Emrîkayê ye.
Karzaî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Efxanistanê hemû endamên DEAŞê yên ku ji bo terorê dixebitin, ji derveyî welêt seba hin hedefan anîne û Emrîka piştgiriyê dide rêxistina terorî.
Karzaî îdia kir ku Emrîka naxwaze ku li Efxanistanê teror biqede û heke ku bixwasta tehdîda terorê roj bi roj zêde nedibû.
Serokê berê yê Efxanistanê diyar kir, meqseda esil ya DEAŞê Efxanistan nîne, dixwaze axa Efxanistanê bi kar bîne û welatên li herêmê bê îstiqrar bike. Karzaî destnîşan kir, rêxistina terorî zilmê li ser xelkê dike, xelkê dikuje û kevneşopiyên efxanan tune dike.
Karzaî daxuyand, Rûsya û Îran jî bi fikar in ku Emrîka li Efxanistanê ye û wiha dewam kir: "Rûsya jî dibe ku wek Emrîka, Îngiltere û hin welatên din bi Talîbanê ra têkildar be."
Karzaî bangî Talibanê kir ku dev ji şer berdin û li welatê xwe aştiyê bikin û bi gelê xwe ra tev bijîn, makezagona Efxanistanê cardin ber çavan ra derbas bikin.