Abdullah Tel
03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Di êrîşa bombeyî ya ku duh êvarê li Kabula paytextê Efxanistanê qewimî da hejmara kesên can dan bû 16 û ya birîndaran jî gihîşt 119an.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Efxanistanê Nasrat Rahîmî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bombe li nêzî malan hat teqandin û zirar gihîşt dor berê.
Rahîmî destnîşan kir ku êrîş bi saeta herêmî di 21.45an (li gor ya Tirkiyeyê saet 20.15) da li cîwarê Green Village ya hat kirin û li wê derê mêvanxane hene, ji bo lidarxistina hin organîzasyonên navneteweyî ewder wek navend tê emilandin.
Di daxuyaniya xwe da Rahîmî qala zirar û ziyana ku ji ber êrîşa bombeyî qewimî kir û got ku jimara kuştiyan gihîşt 16an û 119 kes jî birîndar bûn.
Wezîr Rahîmî destnîşan kir ku piraniya kesên di êrîşê da can dan sivîl bûn.
Rahîmî got ku hêzên ewlehiyê li herêma êrîş lê qewimî 5 terorîst berteref kirin û 400 biyaniyên li wê derê bûn jî xilas kirin.
Talîbanê êrîş hilda ser xwe û di daxuyaniya xwe da jî ragihand ku hedefa wan hêzên biyanî bûn.