ÎSTANBUL
Di êrîşa bombeyî ya ser Midûryeta Şaxa Turîzmê ya li Sultanahmetê de, 2 kes birîndar bûn.
Di saet 17.00an de êrîşa bombeyî birin ser Midûryeta Şaxa Turîzmê ya ser Kolana Yerebatanê ya li Qada Sultanahmetê. Piştî êrîşê ambulans, îtfaye û tîmên polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Nasnameya du kesên ku di êrîşê de birîndar bûn hêj nehatiye tesbîtkirin . Birîndaran şandin nexweşxaneyê.
Polêsan li cihê ku bûyer qewimî, dest bi lêkolînan kir.