28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
KABUL
Li Kabula paytextê Efxanistanê li ser wesayîta rayedarê komîsyona hilbijartinê êrîşa xwekujiyê hat kirin û di êrîşê da kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Navxweyî Necîb Danîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got danê sibê li herêma Kartê Newê li ser wesayîta Welî Rehmanê Rayedarê Komîsyona Hilbijirtanê ya Efxanistanê êrîşeke xwekujiyê hat kirin.
Danîş wiha axivî: "Çalakvanê xwekujiyê yê ku bombê li ser wî bûn, nêzî wesayîta Rehman bû û bombeyên li ser xwe teqandin. Di êrîşê da Welî Rehman mir, jinek û zarokek jî birîndar bûn."
Ji ber teqandina bombeyê li herêmê hinek xanî û dikanan zirar dît. Hê tu kesî êrîş hilnedaye stûyê xwe.