ENBAR
Li El-Enbara bajarê Iraqê di navbera endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (IŞÎD) û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket, di pevçûnê de 9 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan hêzên ewlehiyê û endamên IŞÎDê li herêma Xalidiyê ya ku li ser bajaroka Ramadiya El-Enbarê ye pev çûn. Yekîneyên eşîran jî piştgirî dan hêzên ewlehiyê û di pevçûnê de 6 jê endamên IŞÎDê 9 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku artêşa Iraqê bajarê Fellûceyê ku IŞÎD lê bi hêz e daye ber topan û ji ber vê jî 2 zarok mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Ji wê roja ku parlementerê muxalif Ahmed El Alwanî li mala xwe ya El-Enbarê bi destê hêzên hikûmetê hat binçavkirin û heta niha li bajar şer û pevçûn dewam dike.