Önder Beyter
05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
RIYAD
Hat îdiakirin ku li Erebistana Siûdiyê gelek wezîrên berê û herwiha emîr ên ku di navê da wezîrên ku îşev ji kar hatin dûrxistin jî hene, hatin binçavkirin.
Di nûçeya el-Erebiyeyê da hat îdiakirin ku Komîsyona Dijî Gendeliyê ya di bin serokatiya Wezîrê Parastinê û Prensê Xelef Mihemed bîn Selman da gelek wezîrên berê û herwiha emîr ên ku di navê da wezîrên ku îşev ji kar hatin dûrxistin jî hene, binçav kirin.
Der heqê kesên binçavkirî da agahî nehat dayîn û herwisa hat destnîşankirin ku ev kes ji ber gendeliyê hatin binçavkirin.
Komîsyona Dijî Gendeliyê ya ku şevê berîn bi biryarnameya qraliyetê va damezirandina wê hat ragihandin, erkê xwe yê desteserkirin û zeftkirina mal û sermiyan heye û serokê wê jî lawê Qral Selman, Prensê Xelef Mihemed bîn Selman e.