Önder Beyter
05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
QUDS
Hat ragihandin ku Wezîrê Ewlekariya Navxweyî ya Îsraîlê Gîlad Ardenne bi hinceta "astengkirina êrîşên filistîniyan a li herêma Bajarê Kevn a Qudsê" planeke ewlekariyê amade kir.
Li gorî nûçeya Kanal 10 ya ku li Îsraîlê wekî têlevîzyoneke taybet weşanê dike, Wezîr Ardenne ji bo astengkirina êrîşên filistîniyan ên li herêma Bajarê Kevn a Qudsê, planeke ewlekariyê amade kir.
Di çarçoveya planê da wê noqteyên teftîşê yên ku dişibin xalên leşkerî bên avakirin da ku ewlekariya li Babu'l-Amûd û Bajarê Kevn xurtir be.
Hat destnîşankirin ku li van deveran wê pasewanên sînor û herwiha 40 kamerayên zîrek ên ewlekariyê jî bên bicihkirin.