Önder Beyter
05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim wê di 7-10ê mijdarê da DYAyê ziyaret bike û bi Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence ra were bal hev.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hat wergirtin, Yildirimê di 7-10ê mijdarê da li Washington û New Yorkê hin civînan pêk bîne. Piştî ku li DYAyê desthelatê destguhert û vir va cara yekemîn e ku ji Tirkiyeyê bo DYAyê ziyareteke di asta serokwezîr da wê bê kirin.
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrakê di ziyaretê da hevaltiya Serokwezîr Yildirim bikin.
Tê payîn ku Yildirimê tevî Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence wê li Washington û New Yorkê ligel rîspî, nûnerên civata tirk, misilman û cihû û herwiha rojnameger, veberhêner û karsazan bicive.
Di hevdîtina ligel Alîkarê Serokwezîr Pence da plan ew e ku mijarên wekî siyaseta dualî, peywendiyên aborî û leşkerî, mijara Sûriye, Iraq û herwiha FETO, DEAŞ û PYD/YPGê di serî da têkoşîna dijî terorê, mijara penaberan û çareserkirina kêşeya vîzeyê bên gotûbêjkirin.