Haydar Şahin
10 Sibat 2021•Rojanekirin: 10 Sibat 2021
Li Courchevela navenda xweşiqitandinê ya li başûrê rojavayê Fransayê firokeyeke sivîl ket xwarê, di qezayê da 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Walîtiya Savoieyê da hat diyarkirin ku firokeya bi 5 kesan rabû di saet 17.00an da li nêzî Charvetê ket xwarê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên lêgerîn û xilaskirinê bi alîkariya şahidên bûyerê şandin herêmê, qeza li 1900 mêtro bilindahiyê çêbû.
Hat destnîşankirin ku di qezayê da 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Par di berfanbarê da jî li heman herêmê firokeyekê qeza kiribû û di qezayê da 5 kes miribûn.