Önder Beyter
10 Sibat 2021•Rojanekirin: 10 Sibat 2021
Li paytextê Efxanistanê Kabulê di 3 êrîşên bombeyê yên li pey hev da 2 kes hatin kuştin.
Berdevka Midûriyeta Ewlekariya Kabulê Firdews Feramerzê di daxuyaniya da çapemeniyê da diyar kir, li dijî herêmên Qeleya Ebul Elî, Quwaî Merkez û Barakiyê yên Kabulê êrîşên bombeyê hatin kirin.
Feramerzê diyar kir, di êrîşan da 2 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.
Hê tu kesî êrîş hilnedane ser xwe.
Li paytext Kabulê 2 meh e, hema her roj êrîşên bombeyê tên kirin.