İbrahim Atmaca
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
HAKKARÎ
Berfa ku di meha nîsanê da barî, navenda bajarê Hekariyê û navçeya Yuksekovayê qerqaş kir.
Li giştiyê bajêr piştî barana çend rojan berf barî.
Li bajêr berfê çatiyên avahiyan, wesayît, dar û ber qerqaş kir, hin şofêran berfa ser wesayîta xwe avêt.
Ji welatiyan Mehmet Dogan got ku hi navçeyê hewa germ bû, siruşt bi xwe va hat, çêre hêşîn bû û çîçek vebûn.
Dogan wiha dewam kir: "Bi rastî jî ev bû surprîzeke mezin. Ji bo erebe germ bibe, min da xebatê, berfa ser avêt."