08 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
TEHRAN
Hat ragihandin ku li bakurê Sûriyeyê li herêma Hantûmana girêdayî Helebê mixalifên sûriyeyî komeke eskerî ya 100 kesî ya ku ji Mihafizên Şoreşê yên Îranê pêk tê xistin kemînê, di encama bûyerê de pevçûn derket û herî kêm 20 eskerên îranî hatin kuştin.
Li gor nûçeya malpera "Esrîran" ya ku nêzî Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê ye li herêma hantûmanê ya ku dikeve bakurê Sûriyeyê hêzên mixalif komeke eskerî ya 100 kesî ya girêdayî Mihafirên Şoreşa Îranê xistin kemînê, di navbera "20 û 50yan" de eskerên îranê di pevçûnên ku derketin de mirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku hin ji eskerên îranî dîl hatin girtin û meqamên fermî hêj der heqê jimara mirî, birîndar û êsîran de tu daxuyanî nedan.