07 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
ANKARA
Bi balafirên şer ên koalîsyonê yên ku ji F-16 û A-10an pêk dihatin ve operasyona hewayî birin ser kozikên DAEŞê yên li Sûriyeyê ne û di tearûza hewayî de 48 terorîstên endamê DAEŞê hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan piştî ku DAEŞê êrîşên xwe yên li ser bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola muxalifan de ye zêde kir hêzên koalîsyonê jî ji bo tespîtkirina hedefên hevpar dest bi xebatê kirin.
Bi dawîbûna xebatê ve îro ber destê sibehê di saet 05.47, 06.13 û 07.41an da li herêmên Baragîtah, Hawar Kilîs, Harcele û Delhaya Sûriyeyê balafirên şer ên koalîsyonê ku ji F-16 û A-10an pêk dihat operasyona hewayî çêkirin û li gor agahiyên ewil 44 endamên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin. Hat destnîşankirin ku li herêma Karakopriyê bi F-15an operayon hat kirin û di encamê da 4 endamên DAEŞê hatin kuştin.
Di tearûzê de cebilxane, kozik û stargehên DAEŞê jî hatin îmhakirin.